Bi sedan şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyên şehîd Herekol Qamişlo, Agirî Qamişlo û Roşna Egîd bi merasîmeke girseyî, li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Her du şervanên QSD’ê Herekol û Agirî di 5 Îlonê de li Dêrazorê û fermandara YPJ’ê Roşna Egîd jî di encama bombebaraneke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Di merasîmê de axaftin li ser navên Encumena Malbatên Şehîdan, Tevgera Jin û Hêzên leşkerî hatin kirin.
Axêveran girîngî bi pêkanîna Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê dan û gotin, zarokên herêmê bi bedena xwe, planên jihevxistina yekîtiya gelan pûç kirin.
Her wiha tekez kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jinên Fermandar û pêşeng, dixwaze kaniya hêza jinan bimiçiqîne.
Di dawiyê de cenazeyên her sê cangoriyên azadiyê bi axê, hatin spartin
