ŞAREDARIYA KOBANÊ DEST BI PROJEYA KEVIRKIRINA PEYARAN KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya gel a bajarê kobanê dest bi projeya kevirkirina peyarên taxa kobanê ya nû û danîna daran her wiha ronîkirina taxê kiriye.
Li gorî hevserokê şaredariya kobanê fewaz ehmed, di nava projeyê de wê kevirên anterlok li peyareyên taxa kobanê ya nû bihic bike, paşê dê rê werin qîrkirin, dar li naverasta peyaran werin çandin û kolanên taxa jî dê bi ronî bikin.
Proje wê li ser 9 hezar û 500 metre yî be û dê şaredarî kevirên anterlok bi dirêjahiya 2 hezar û 500 metreyî deyne.
hevserokê şaredariya kobanê fewaz ehmed da zanîn ku proje di çarçoveya plana şaredariyê ya 2025’an de tê pêkanîn û di heyama 2 mehan de jî wê bidawî bibe.

Share This Article