RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA CIZÎRÊ ENDAMÊN HPC’Ê XELAT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi rêûresmeke taybet endamên Hêzên Parastina Civakî yên ku parastina zeviyên çandiniyê dikirin, xelat kir.
Îro Rêveberiya Xweser ji bo spaskirina keda endamên HPC’ê, şahiyek li Navenda Çand û Hunerê ya Serdem a li bajarê Hesekê li dar xist.
Di merasîmê de endamên hêzê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê amade bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Talet Yunis axivî û destnîşan kir ku HPC’ê ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve, ewlehiya herêmê diparêze.
Di dawiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, endamên HPC û HPC-Jin xelat kirin.

Share This Article