Peyama ku Rêber Abdullah Ocalan ji eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandiye, radestî şêx û rûspiyên qebîleyên Mihelmiye û Benî Rebîayê hat kirin.
Bi armanca ku peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî eşîran were kirin, komîteyek hat avakirin
Endamên komîteyê serdana şêx û rûspiyên qebîleya Mihelmiye û qebîleya Benî Rebîayê yên li bajarê Qamişloyê kir û peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî wan kir.
Şêx û rûspiyên her du eşîran pêşwaziya peyama Rêber Abdullah Ocalan kirin. Her weha rûspiyan piştgirî dan QSD’ê û ew wekî hêza nîştimanî ya garantora parastina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nav kirin.
Rûspiyan anîn ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên bindest kedeke mezin da û pîvanên xwişk û biratiya gelan belav dike.
