Bi nêzîkhatina demsala Zivistanê re, nexweşxaneya gel ya Hesekê Dermankirina nexweşên Rebûyê bê pere pêşkêş dike.
Bi daketina pileyên germahiyê û hatina zivistanê re, li bajarê Hesekê nexweşiyên Rebû û kulbûna Sîngê bi taybet di nava kesên temen mezin û Zarokan de zêde dibin.
Ji bo dermankirinê jî nexweş serdana Nexweşxaneya Gel a Hesekê dikin û çareseriyên bijîşkî werdigrin.
Karmendên nexweşxaneyê bang li şêniyan kirin ku dema nîşaneyên nexweşiyê derketin, bi lez berê xwe bidin navendên tenduristiyê.
