KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK LI HESEKÊ ASOYÊN AVAKIRINA PAŞEROJA SÛRIYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kongreya Îslama Demokratîk, panelek bi navê “Dîtina Siyasî û Olî ya Kongra Îslama Demokratîk li ser Paşeroja Sûriyeyê” li Navenda Çandê ya Hesekê li dar xist.

Di panelê de, komek ji kesayetên olî û siyasî û rêveberên civaka sivîl beşdar bûn.

Di panelê de pirsên sereke yên weke Dîtina siyasî ya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo pêşeroja Sûriyeyê, Hişyarî û Têgeha Îslama Demokratîk hatin nîqaşkirin.

Di mijaran de hat aşkere kirin ku piştî hilweşîna rejîma berê, hêviyên avakirina Sûriyeyek demokratîk li pêş bûn. Lêbelê, ev hêvî bi hatina hikûmeteke Îslamî ya radîkal, hat pûçkirin.

Beşdaran di dawiya panelê de, tekezî li ser xurtkirina nirxên demokrasiyê û pirrengiya olî û siyasî, kirin.

Share This Article