JINÊN KOBANÊ BI BONEYA 8’Ê ADARÊ KOLANÊN BAJARÊ XWE XEMILANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevger û rêxistinên jinan ên bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî, kolanên bajarê Kobanê xemilandin.

Jinan pankartên Bi jin Jiyan Azadî ber bi Sûriya Demokratîk ve û wêneyên şehîdan kolanên bajêr, qadên giştî û dergehên derbasbûnê xemilandin.

Endamên Kongra Star, navenda lêkolînan ya jineolojî û saziyên Rêveberiya Xweser tevlî çalakiya xemilandina kolanên bajêr bûn.

Ji destpêka mehê ve, li bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê çalakiyên cihêreng tên lidarxistin.

Her wiha biryar e roja 8’ê mehê jî şahiyeke navendî ya girseyî li naverasta bajêr were lidarxistin.

Share This Article