Komîteya sazkirina peymana civakî ji bo şîrovekirina bendên reşnivîsa peymana civakî civînek li bajarê Reqayê lidarxist.
Civînên komîteya peymana civakî ya şîrovekirina reşnivîsa peymanê bi Rêveberiya xweser û Rêveberiya sivîl re berdewam dike.
Îro jî li bajarê reqayê, ji bo girtina nêrînan û nîqaşkirina bendên peymanê civînek bi Endamên Encumena zagonsa a reqayê re hate organîzekirin.
Komîteya biçûk a sazkirina peymana civakî dê di heyva bê de dest bi rêze civînên bi komîn û Encumenên xwecihî re bike.
Endamên Encumena Zagonsaz a Reqayê diyar kirin çarçoveya civînê bi gotûbêjkirina peymana civakî ji aliyê tevahî saziyên rêveberiya xweser ve pêk hat .
