Kanala ROJAVA TV

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER KÊMKIRINA AVA STASYONA ELOK DEWAM DIKE

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi her cure û awayî şerê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û avê jî wekî çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Derbarê mijarê de Hevserokê Gerînendya Avê ya Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê axivî û hişyariya rûdana keraseteke mirovî da.