Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN SIYASÎ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI QAMIŞLO LI DAR XISTIN

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist, civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.

Civîn li Navenda Lêkolîn û Şêwiriya Dîplomatîk a li Qamişlo li dar ket, Di civînê de Bedran Çiya Kurd got “Gelek lihevkirin hene û ev lihevkirin roj bi roj bi awayekî neyînî bandor li rewşa Sûriyê û herêmên me dike, her weha Divê em rêbaza danûstandina bi lihevkirinên li Astana û Soçiyê pêk hatine, nîqaş bikin.”

Di civînê de cîgirê hevserokatiya Encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve, hewl dide siyasetên xwe li herêmê pêk bîne, gelek beş ji Sûriyê dagir kir, heta gihaşt wê astê ku li ser penaberên sûrî yên li Tirkiyê bazaran bike û Ewropa pê şantaj bike.

Siyasetmedarên di civînê de beşdar bûn jî, JI ROJAVA TV re nirxandin kirin.