Kanala ROJAVA TV

NÛNERÊN RÊVEBERIYA XWESER BI RÊXISTINA PIŞTGIRIYA KURDISTANÊ YA NORWÊCÊ RE CIVIYAN

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeyeke Rêxistina Piştgiriya Kurdistanê ya Norwêcê re civiya ku nerazîbûna xwe li hember peymana di navbera Fînlanda, Siwêdê û Tirkiyê de nîşan dan û got ew piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser spasiya rêxistinê li ser piştgiriya wê kirin û zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, jêre şîrove kirin nexasim êriş û gefên Tirkiyê û hedefgirtina sivîlan û QSD’ê, her wiha planên guhertina demografiyê bûn rojeva hevdîtinê.

Beşdaran kirîza aborî û mirovî ya bi sedema dorpêçê û kêmbûna alîkariyên mirovî û rola wê li ser rewşa welatiyan nîqaş kirin ku di encamê de DAIŞ jê sûd digire.