Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN GUNDÊ AQÎBA Û KOÇBERÊN EFRÎNÊ JIYANEK HEVPAR DIJÎN

Tevî êrîşên domdar ên li ser navçeya Şêrawa ya Efrînê, Şêniyên gundê Aqîba li gel koçberên Efrînê yên ku ji bajarê xwe koçber bûne jiyaneke hevpar dijîn û hemû zehmetiyan bi hevre derbas dikin.

Di şert û mercên jiyanê yên dijwar ên li wê deverê de, êşa herî zêde para jinan e.

kameraya ROJAVA TV serdana gund kir û rewşa jiyanî ya şêniyan ji nêz ve şopand.

Îman Mistefa ku ji gundê Aqîba ye, êrîşên dewleta Tirk li ser gund bi tundî şermezar kir.

Kewser Mistefa jî diyar kir ku  Erdogan di êrîşên xwe de, her dem jinan dike hedef.

Tevî hemû êrîşên li ser herêmê, jinên gundê Aqîba asta berxwedanê bilind kirine, di serkeftinê de bi israr in û dibêjin “Heta berxwedan hebe em ê bi ser bikevin”.