Kanala ROJAVA TV

BI SEDAN ŞÊNIYÊN BAJARÊ QAMŞILO CENAZEYÊ ÇIYA QAMIŞLO Û EDÎB ELÎ OXIR KIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeya şervanê YPG’ê Behwer Iniz bi nasnav Çiya Qamişlo û şehîdê sivîl Edîb Elî ku di encama Topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Gundê Mele Sibat de şehîd bûn bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin..

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre li ser navê meclisa Sûriyê Demoqratîk Sîhanok Dîbo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestû got ku şoreşa bi saya xwîna bi hezaran şehîd hatiye avakirin helbet wê ew şoreş bi serbikeve….

Piştre li ser navê malbata şehîd Çiya Qamişlo birya şehîd axivî û got ku her çendî dewleta Tirk a dagirker çrîşan bi ser herêmên me de bîne, sînga me ji berxwedanê re vekiriye..

Di nava tiliîliyên dayîkan û dirûşmeyên şehîd namirina cenazeya şehîd Çiya Qamişlo li goristana ş Delîl Saroxan hate Oxirkirin û şehîd Edîb Elî li gundê Mele Sibat hate oxirkirin.