Kanala ROJAVA TV

Ji QSD`ê çalakiyên tolhildanê: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşkerên Tirk hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku ji bo tolhildana şehîdan, hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê 3 çalakiyên bibandor li dar xistine. Di wan çalakiyan de 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û herî kêm 2 dagirker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî têkildarî rêzeçalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine, daxuyaniyek da.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn: “Di demên dawîn de êrişên artêşa Tirk a dagirker li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Artêşa dagirker her roj êrişên topbaranê dike û di demên dawîn de jî êrişên bi balafirên bêmirov zêdetir kirine. Di van êrişan de hem ji gelê me, hem jî ji hêzên leşkerî gelek şehadetên giranbûha çêbûn. Tenê ji destpêka meha Tebaxê ve 2 jê zarok, 7 welatî şehîd bûn, 10 zarok û 3 jin, bi giştî 17 welatî jî birîndar bûn.”

QSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de li ser rêzeçalakiyên ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine, ev agahî parve kirin:

“Ji bo tolhildana şehîdên xwe di çarçoveya bersivdayînê de, di 8’ê Tebaxê 2022’yan de li sînorê bajarê Mêrdînê, ji aliyê hêzên me ve 3 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Di çalakiya destpêkê de seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Seyareya zirxî hat rûxandin.

Di çalakiya duyemîn de panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha panzer hat rûxandin.

Di çalakiya sêyemîn de jî panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di vê çalakiyê de jî 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, panzer hat rûxandin.

Di van her sê çalakiyan de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.”

QSD`ê her wiha soz da ku tu êrişên li hember gelê xwe bê bersiv nehêlin.