Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN SIYASÎ: DIVÊ QADA HEWAYÎ LI BER BALAFIRÊN DEWLETA TIRK WERE GIRTIN

Têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 partiyên siyasî û tevgerên li herêmê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Partiyên siyasî û tevgerên li herêmê bang li li welatên endamên hevpeymaniya Navneteweyî û di serî de Amerîka, Brîtanya ,Fransa her wiha li Federasyona Rûsya kir ku li dijî dewleta Tirk tedbîrên tund bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên wê bigirin
Partiyan di dawiyê de bang li keç û xortên xwe yên li welat û derveyî welat kirin ku dest bi çalakiyan bikin û zextê bikin da ku rê li ber vê êrîşê bê girtin û ji ber sûcên wê yên dermiovî, hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.”
Serokê Tevgera Islah Emced Osman diyar kir ku mijûlbûna Cîhanê bi Kirîza Okraynayê re bûye Sedem ku Erdogan Êrîş û Gefên xwe li ser Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bike..