Kanala ROJAVA TV

9’emîn Kongreya Pyd Bi Encamnameyekê Bi Dawî Bû

Kongreya 9’emîn a partiya yekîtiya demokratîk bi encamnameyekê bi dawî bû.

Li gorî encamnameyê, PYD’ê biryar girt ku têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, xurtkirina xweparastinê, aboriya civakî û şerê gel ê şoreşgerî û rizgarkirina herêmên dagirkirî wek xebatên xwe yên sereke ji bo qonaxa bê, diyar kirin.

Her wiha Xebatên pêkanîna yekîtiya nîştimanî ya Kurdistanê û lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Kurdistanê yek ji birîndarên girîng bû.

Di dawiya kongreyê de, beşdaran wefedarî û dilsoziya xwe bi nirxên şehîdan re nû kirin.

Asya Ebdullah û Salih Muslim wek hevserokên PYD’ê, 145 endamên Encumena Giştî û 7 endamên Desteya Dîsiplînê hatin hilbijartin.