Kanala ROJAVA TV

Mafnasên Herêma Cizîrê Li Ser Koçberkirina Bi Darê Zorê Panelek Li Dar Xistin

Komeleya mafên mirovan û Yekîtiya Parêzeran ên herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo panelek bi dirûşmeya “koçberkirina bi darê zorê sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li dar xist.

Di panelê de bal hat kişandin ser koçberiya bi darê zorê ya şêniyên resen ji herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser ji bo şêniyên ku ji herêmên xwe koçber bûne, kamp ava kirine, lê ji ber ku dergehên sînorî bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtî ne, koçber zehmetiyan dibînin.

Mafnasên beşdarî panelê bûn, koçberkirina bi darê zorê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kirin.

​​​​​​​