Kanala ROJAVA TV

Encumena Malbatên Şehîdan A Herêma Firatê Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kirin

Encumena malbatên Şehîdan a herêma Feratê, bi daxuyaniyekekê li gundê Bîr Ereb ê bajarê Kobanê êrîşên tirkiyê şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan malbatên Şehîdan hate xwendin û têde êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên parastinê yên medyayê û bakur û rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de dayikên şehîdan nerazîbûna xwe anîn zimên û bang li PDK’ê kirin ku destekê nedin dagirkeran û dest ji siyasetên xwe berdin.

Di dawiyê de malbatên şehîdan piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîlayan diyar kirin.