Kanala ROJAVA TV

Kongreya Îslama Demokratîk: Li Tirkiyê Ola Îslamê Li Gorî Berjewendiyên Dewletê Tê Bikaranîn

Kongra Îslama demokrat duh li Hesekê civîna xwe ya asayî bi kesayetên olî re lidarxist û rewşa Siyasî û êrîşên li ser herêmê nirxand.

Civîna kongreyê li taxa Til hecer a bajarê Hesekê bi beşdariya 150 kesayetên olî, rewşenbîr û nûnerên Kongreya Îslama demokrat hate organîzekirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin rewşa siyasî ya li herêmê û êrîşên dewleta tirk a dagirker ku di encamê de sivîl tên armancgirtin hate nirxandin.

Piştre biryarên kongreyê û rola oldaran di civakê de hate nîqaşkirin.

Di nîqaşan de hevkariya oldarên li Tirkiyê bi dewleta tirk re û berovajîkirina ola Îslamê ji bo xizmeta berjewendiyên dewletê hate gotobêjkirin.

Berpirsê rêveberiyên kongreya Îslama Demokrat Cemîl Haco diyar kir ku Di civînê de wan girîngî da danasîna rasat a oldaran û erka wan di civakê de.