Kanala ROJAVA TV

Li Minbicê Êrîşên Dewleta Tirk Û Hevkariya Pdk Hatin Şermezarkirin

Şêniyên bajarê minbicê Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi meşekê şermezarkirin.
Li ser banga Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarê wê, bi sedan şêniyên bajarê Minbicê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên parastina medyayê, şermezar kirin.


Meş li pêşiya çerxerêya Mîzan a li navenda bajêr dest pê kir û ber bi çerxerêya El- Masab ve ketin rê.
Di meşê de pankartên “Bi rihê berxwedana gelên azad em ê dagirkerî û xayînan têk bibin” “Bi rihê gerîla em ê faşîzma Tirk têk bibin” hatin hildan.
Di meşê de axaftin ji aliyê Hevserokê Encumena Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ve hate kirin û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin .