Kanala ROJAVA TV

Jinên Efrîn Û Şehbayê Daketin Qadan Û Êrîşên Dewleta Tirk Şermezarkirin

Bi sedan jinên Efrîn û şehbayê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên parastinê yên medyayê û li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê, şermezar kirin.
Bi dirûşma” bi berxwedana gel û gerîla em ê dawî li xiyaneta PDK bînin” Kongra star a herêma efrînê bi tevgera jina azad a şehbayê re meşek girseyî li navçeya Ehdas lidarxist.
Di meşê de pankertên “ Bimre îxanet, bijî yekîtiya kurdan, bi berxwedana gel û gerîla em ê dawî li xiyanetê bînin, hatin hildan.
Jinên di meşê de piştgiriya xwe ji bo gerîlayan nîşan dan û diyar kirin ku Bi berxwedana gerîlayan ew ê carek din serkeftina xwe ji cîhanê re raghînin.