Kanala ROJAVA TV

Ciwanên Reqayê Êrîşên Dewleta Tirk Şermezar Kirin

Tevgera ciwanên şoreşger û yeketiya jinên ciwan ên Reqayê, bi xwepêşandaneke girseyî êrîşên dewlet tirk a dagirker şermezr kirin.


Xwepêşandan bi tevlêbûneke girseyî ji ciwan û xelkên bajêr, li pêş baxçeyê şehîd Hevrîn Xelef a bajarê reqayê dest pê kir.
Di xwepêşandanê de dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên parastinê yên medyayê, şengal û bakur û rojhilatê sûriyê hatin berizkirin.
Endama yeketiya jinên ciwan a reqayê Kewser Ibrahîm êrîşên dewleta tirk weke binpêkirina nirxên mirovî bi nav kir.