Kanala ROJAVA TV

Li Kobanê Li Dijî Xiyaneta Pdk’ê Çalakiya Konvedanê Hate Lidarxistin

Li kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên parastina medyayê û xiyaneta PDK bi diûşmeya li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê çalakiya konvedanê hate lidarxstin..
Konê berxwedanê li qada şehîd egîd a bajarê kobanê hat vedan, kon bi wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên bijî berxwedana li dijî dagirkeriyê, na ji xiyanetê re, bijî yekîtiya gelan, bijî berxwedana gerîla û na ji xiyaneta PDK ê re hate xemilandin..
hevserokê encumena ciwanan a partiya yekîtiya Demoqratîk PYD ê mistefa sedîq daxuyaniyek da û tê de hevkariya PDK ê bi dewleta tirk re hate şermezarkirin û hate gotin ku êrîşên hevbeş ên li dijî gerîla bi armanca qirkirina kurdan tê kirin..