Kanala ROJAVA TV

Encumena Malbatên Şehîdan Têkoşer Ezîz Ereb Bi Bîr Anî

encumena Malbatên Şehîdan a Reqayê salvegera şehadeta têkoşer Ezîz Ereb li hola pexçeya Mişwar a bajarê Reqayê bi bîr anî.
Îro encumena Malbatên Şehîdan a Reqayê salvegera şehadeta têkoşer Ezîz Ereb li hola pexçeya Mişwar a bajarê Reqayê Bi amadebûna şêx û rûspiyên êl, dezgehên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî,û bavê şehîd Ezîz Ereb ,bi bîr anî.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir piştre bavê şehîd Ezîz Ereb axivî
û peyamên şehîd Ezîz Ereb hatin xwendin
Di dawiyê de mûm li kêleka wêneyên şehîd Ezîz Ereb û rêhevalên wî yên şehîd hatin pêxistin