Kanala ROJAVA TV

Pyd Ê Bi Merasîmekê Welatparêz Şemsedîn Mele Ibrahîm Li Hesekê Bi Bîr Anî

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro salvegera yekemîn a têkoşer û siyasetmedar Şemsedîn Mele Îbrahîm bi bîr anî û di merasîmê de, soz da malbatê ku ew ê xeta nemir bişopîne.

Merasîma salvegerê li hola PYD`ê ya taxa Salihiyê ya bajêr bi beşdariya endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl, malbata têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm û endamên partiyê li dar ket.

di Destpêka merasîmê de endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl axivî û sersaxî ji malbat û hevrêyên têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm re xwest.

Endamên PYD ê jî anîn ziman ku têkoşerên wekî Şemsedîn ji berê de û heta niha nûnertiya rastî û dîroka doza Kurd dikin, her wiha qonaxeke girîng a Tevgera Rizgariya Kurdistanê û destkeftiyên wê dikin.