Kanala ROJAVA TV

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da

Şeva borî roja Duşemê 28ê Adarê dema dewriyeyeke me ya asayîşê li kampa Holê digeriya, bi çekên kalaşnîkof û topên hawanan jibilî hedefgirtina çekên RPG û di encamê de di navbera hêzên me û endamên şanê de şer derket. Di vê çalakiyê de hêzên me karîn ku çeteyekî wan bikujin û hinek jî birîndar bikin.
Hêzên me her wiha bi hesasiyet û pisporiyeke tam di şopandina endamên şanê de ji bo parastina jiyana zarok û jinan ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampê, ku endamên şanê bi qestî di nava wan de veşartibûn, û ew kirin hedef. Di encamê de çeteyan hedef girtin.
Di heman demê de dorona ewlehiyê bi hêzkirina gelek beşên hêzên me li derdora kampê hate zêdekirin da ku endamên şaneyê ji bo girtina wan nerevin.

 

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê