Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ PÊŞENGEHA SIYEMÎN A ŞÊWEKARIYÊ HATE VEKIRIN ŞÊWEKARÊN TEVLÎ PÊŞENGEHÊ BÛNE KÊFXWEŞIYA XWE TÎNIN ZIMAN

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn pêşangeha şêwekariyê ya sêyemîn hat vekirin.
19 şêwekar tevlî pêşengehê bûn , beşdarên pêşengehê jî kêfxweşiya xwe tînin ziman .

Di bin dirûşma “Kesesora Miştenûr sirûdên azadiyê dixemlîne” li kobanêDesteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn pêşangeha şêwekariyê ya sêyemîn hat vekirin.
tabloyên 19 şêwekaran hatin pêşandan ,75 tablo hatin daliqandin .
yek ji şêwekara ku bi 4 tabloyan beşdarî pêşngehê bûye Emîre Nebî , bang li her kesê ku xwedî behre dike ku , tevlî çalakiyên bi vî rengî bibin û behreyên xwe xurt bikin .

Şêwekareke di ku ew jî bi 4 tabloyan tevlî pêşengehê bûye, Emîne Hisên kêfxweşiya xwe ya tevlîbûna pêşengehê tîne ziman û wiha behsa tebloyên xwe dike .

Tê payîn ku wê pêşangeh 3 rojan dewam bike.
Armanca ji vekirina pêşangehê jî ; parastina çanda kurdî û teşwîqkirina hunermendan e ku behreyên ciwanan bi pêş kevin.