LI DERAZORÊ DEWREYEKE PERWERDEYA DIRÛTINÊ DER ÇÛ
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Dêrazorê Dewreyeke Perwerdeya Dirûtinê ku ji 33 beşdarên perwerdeyê pêk tê, bi dawî kir .
Di Perwerdeyê de waneyên teorî û pratîkî hatin dayîn .
Piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin hatin kirin û derçûna beşdarên Perwerdeyê hate pîroz kirin .
Her wiha nîqaş derbarê zehmetiyên ku di perwerdeyê hatine kişandin hate kirin .
Di dawiyê de beşdarên perwerdeyê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ve hatin xelatkirin .