Kanala ROJAVA TV

SAZIYÊN SIVÎL Û LEŞKERÎ SERDANA MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN REQAYÊ KIRIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê û saziyên sivîl û leşkerî di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de, serdana malbatên şehîdan ên bajarê Reqayê kirin.‎

Ji bo serdan û silavkirina hemû malbatên şehîdan ên kantona Reqayê, serdanvan li ser gelek koman hatin ‎dabeşkirin û dest bi serdana xwe kirin. ‎

Ev serdan ji bo çavdêrîkirina rewşa malbatên şehîdan weke erkekî niştimanî ji ber ku zarokên wan xwe ‎kirin qurbanî da ku herêm bi aramî cejna xwe pîroz bike.‎