Kanala ROJAVA TV

DEWREYEKE ŞERVANÊN ERKA XWEPARASTINÊ PERWERDEYA XWE BI DAWÎ KIRIN

290 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê perwerdeya xwe ya ramyarî, îdeolojî û leşkerî bi dawî kirin.

Beşdarên perwerdeyê tekez kirin ku piştî wergirtina perwerdeyên pêwîst, ew êdî amade ne rûbirûyî her rewşekê bibin û berevaniyê di ber welatê xwe de bikin.

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ne, piştî perwerde û rahênan ku heyama 2 mehan dewam kir, îro bi şahiyekê perwerdeya xwe ya ramyarî, îdeolojî û leşkerî kuta kirin.

290 ciwanên ji herêmê beşdarî perwerdeyê bûn. Di rêûresma kutakirinê de, fermandarên Hêzên Erka Xwepararastinê gotar pêşkêş kirin û tekezî bi xurtkirina pergala xweparastinê kirin.

Şervanên ku perwerde dîtine, di sireya leşkerî de amade bûn û serboriyên ku bi hûrbînî ji rahênan wergirtine, nimayîşkirin.

Beşdarên perwerdeyê tekez kirin ku piştî wergirtina perwerdeyên pêwîst, ew êdî amade ne rûbirûyî her rewşekê bibin û berevaniyê di ber welatê xwe de bikin.

Pergala erka xweparastinê di çarçoveya pergala Neteweya Demokratîk de tê birêve birin û zarokên herêmê erka parastina welatê xwe di heyama salekê de cî bi cî dikin.

Beriya niha jî bi sedan dewreyên hevşêwe hatine kutakirin.