Kanala ROJAVA TV

SIYASETMEDARÊN MINBICÊ BANGA YEKBÛNA PARTÎ Û ALIYÊN SIYASÎ DIKIN

Siyasetmedarên Kantona Minbicê derbarê yekîtiya alî siyasî de axivîn û gotin ji bo Sûrîyeke Demokratîk û jiyaneke bi aram çareseriya aloziya sûrîyayê gelekî girîng e.

Partiyên siyasî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sûrîyayeke demokratî û jiyaneke hevbeş careke din dest bi dîyalog û hevdîtinan kirine.

li kantona Minbicê jî partîyên siyasî ji bo yekkirina nêrîna siyasî li herêmê û ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê û xizmetkirina projeya neteweya Demokratîk piştgirîyê didin hewldanên çareseriyê û amadehiya xwe radigihînin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed berkel da zanîn ku ji çareseriya pirsgirêka aloziya Sûrîyayê re dîyalogên siyasî girîng in.

Her wiha Siyasetmedarên Minbicê diyar kirin ku divê tevahî partî bibin xwedî armanc û li gorî berjewendiyên gelê xwe tevbigerin.

Digel kûrbûna aloziya Sûriyê, li herêma Rêveberiya Xweser hewldanên çareserkiyê têne kirine, ji lewre jî partiyên siyasî û rewşenbîr bang li hemû aliyan dikin ku bi awayekî yekgirtî tevbigerin.