Kanala ROJAVA TV

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BI PIŞTEVANIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER TEVDIGERIN

Di Zêdebûna liv û tevgera çeteyên DAIŞê ya li herêmê û cîhanê de dewleta Tirk roleke mezin lîst.

Bi taybetî Tirkiyê rêyên çûnûhatinê ji bo çeteyên DAIŞ’ê peyda dike, her wiha wan fînanse jî dike.

Derbarê Mijarê de hevserokê partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Minbicê Mihemed Berkel diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên Daiş’ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Ji aliyê xwe ve çalakvanê Siyasî Ebdulqadir Hisên da zanîn ku hebûna buroyên Daiş li Tirkiyê tê wateya ku tirkiyê piştgiriyê dide wê da ku tevliheviyê di Rojhilata Navîn de çêbike.

Piştî ku Dewleta Tirk hêzên xwe li herêmê bi rêya piştevanî û piştgirîkirina DAIŞ’ê zêde kir, niha ji her demê zêdetir piştevaniya lojistî û leşkerî ji çeteyên DAIŞ’ê re pêşkêş dike.