CIVÎNA MECLISA GELAN A MINBIC BI GUHERTINÊN GIRÎNG BIDAWÎ BÛ
Meclisa Gelan Demokratîk a Kantona Minbicê civîna xwe ya asayî li dar xist û di civînê de hevserokê meclisê û 3 cîgir hatin hilbijartin û mijara motorsiklêtan li kantonê hate çareserkirin.
Meclisa Gelan A Demokratîk a Kantona Minbicê civîna xwe ya asayî li dar xist û guhertinên ku dê di rêveberiyê de çêbin, hatin nîqaş kirin.
Civîn li ser 2 beşan hate dabeşkirin ew jî dagirtina valahiya di encumenê de û derbarê motorsiklêt û tevgera wan li bajêr bû.
Di beşê yekem ê civînê de Fatih El Meşhed wekî hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê hate hilbijartin.
Piştre 3 cîgirên hevserokatiyê hatin hilbijartin.
Di beşa duyemîn de mijara qerebalixa zêde ya li bajêr ji ber zêdebûna motorsiklêtan hate nîqaşkirin
Hevseroksa Meclisa Gelan a Demokratîk a Minbic Sîham Hemo behsa biryarên di vî beşî de hatin girtin dike.