Kanala ROJAVA TV

HEVSEROKÊ MECLISA GELAN A MINBICÊ HATE GUHERTIN

SÎHAM HEMO – HEVSEROKSA MECLISA GELAN A DEMOKRATÎK

Meclisa Gelan Demokratîk a Kantona Minbicê îro civîna xwe ya asayî li dar xist û guhertinên ku dê di rêveberiyê de çêbin, hatin xwendin.
Di civînê de Fatih El Meşhed wekî hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê hate hilbijartin.
Piştre Mihemed Şêxo, Esma Remo û Hind Dagistan hatin hilbijartin û bûn cîgirên hevserokatiyê.
Her di civînê de îstifaya cîgira meclisê Şehrîvan Çawîş, endama meclisê Talîn Diyaidîn hat qebûlkirin.
paşê hevserok û 3 cîgirên nû sond xwarin ji bo ku dest bi erkên xwe yên nû bikin.