Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN SIYASÎ YÊN LI HERÊMÊ BANGA AVAKIRINA YEKRÊZIYA KURDÎ DIKIN

Ji bo ku gelê Kurd bikaribin bibin xwedî nasname,hebûn, û bi reng û çanda xwe bikaribin xwe birêve bibin, bidestxistina statuyê gelekî girîng e.

Ji bo vê yekê jî niha ji her demê zêdetir pêwistî bi yekrêziya Kurdan heye.

Ji lewra partiyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di nava hewldana avakririna yekebûna kurdiyetiyê de ne.

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn-Şehbayê Mihemed Beyrem diyar kir ku, ji bo çareserkirina aloziya sûriyê, pêwîstî bi yekrêziya kurdan heye.

Her wiha Mihemed Beyrem da zanîn ku, divê partîyên siyasî ji bo bercewendiyên gel kar bikin.

Seydayê Cîgerxûn her dem digot” GER HÛN NEBIN YEK HÛNÊ HERIN YEK BI YEK” îro jî neviyên wî vê bangê bi cih tînin.

Partî, Siyasetmedar, Rewşenbîr û Gelê aştîxwez ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava hewldanan de ne.