Kanala ROJAVA TV

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊRÎŞA LI SER GORISTANA ŞEHÎDAN A LICÊ ŞERMEZARKIR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo daxuyaniyek li mezarê goristana şehîd delîl saroxan da û tê de êrîşên li ser goristana Şehîdan a Licê yê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, PYD û Meclisa Şehîdan da.
Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a agirker a li dijî goristana şehîdan a licê hate şermezarkirin.
her di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev êrîş êrîşeke tirsonek û terorîstî ye û ti pêwendiya wê bi mirovahiyê re nîne .
Di dawiya daxuyaniyê de tekezî li ser hevgirtin û yekîtiya pêkhatiyên herêmê li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk hat kirin.