KONGIREYA MECLISA JINAN A SÛRIYÊ BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ
Kongreya 2’emîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê ku bi diruşmeya “Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aşîtiyê ava bikin” duh li bajarê helebê bi tevlîbûna nêzî 250 delegeyî hate li dar xistin.
Di nava kongreyê de Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê çêbû, tê de Rîhab Ibrahîm ji pêkhateya Ereb, Fenar Îsa ji pêkhateya Siryan û Gulan Silêman ji pêkhateya Kurdî weke koordîsnasyonên giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê hatin erkdar kirin.
Piştî endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Cuheyne Meso rêzikname xwend, der barê guhartina hin bendên rêziknameyê de pêşniyar û nêrîn hatin girtin û Li ser pêşniyaran hat erêkirin.
piştî van xalan Kongreya 2’emîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê bi encamnamekê bi dawî bû, ji giringtirîn xalên encamnameyê.
Xebat li ser lidarxistina kongreyên Meclisa Jinan a Sûriyeyê bo Aştiyê li ser asta Sûriyeyê bêkirin û têkilî bi hemû jinan re li hundir û derveyî Sûriyeyê were danîn.
Têkilî bi hemû jinan re bi taybet bi jinên li herêmên dagirkirî re were danîn, Zext li aliyên têkildar bê kirin ku meclis cihê xwe di komîteya destûrê de bigire.
Stratejiya xebata meclisê bê diyarkirin, Karînên jinan bi rêya perwerde û fêrkirinê werin xurtkirin.
Asta têkoşînê li dijî siyasetên li ser jinan were bilindkirin û bendên 2245ˊan, 1325ˊan ên der barê jin, ewlehî û aştiyê de bên pêkanîn.
Xebat li ser jinûve perwerdekirina jinan û zarokan di kampan de were kirin, Binpêkirinên li dijî jinan bi taybet li herêmên dagirkirî werin belgekirin.