Kanala ROJAVA TV

BI HATINA CEJNA REMEZANÊ RE BAZARÊN QAMIŞLO GEŞ BÛNE

mane çend roj ji Cejna remezanê re ,Hemwextî kêmbûna nirxê lîreyê Sûriyeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera sûk û bazaran nexasim sûkên şekir û şêraniyê û yên cil û bergan geş bûye.

ev der bazara bajarê Qamişlo ye , weke ku tê dîtin xelk bi kêfxweşî herikîne nava bajarê û pêwîstiyên xwe yên ji bo cejnê dikirin .

welatiyên bajarê Qamişlo dibêjin ku nirxê pêdiviyên cejnê buhane û bang li saziya pêjiyaniyê kir ku di nava bazaran de bigere .

Her wiha welatiyan tekez dikin ku tevî êrîşên li ser Herêmê û buhabûna nirxê kel û pelan gel pêşwaziya cejnê dike

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên Cejna Remezanê têne kirin ya ku çavrê ye di van rojan de pêk were.