Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO CENAZEYÊ 2 ŞERVANÊN YPJ HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, PYD’ê, Meclîsa Malbatên Şehîdan Cenazeyên şehîdan ji morga şehîdan hilgirtin ser milê xwe û bi peyatî birin goristana şehîd Delîl Saroxan.
li goristanê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û hêzên leşkerî axavtin hatin kirin û hate gotin şehîd pêşengên têkoşîna me ne û soza şopandina rêya şehîdan heta serketinê hate dayin.
Piştre wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hatin oxirkirin.