Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA REWŞENBÎR Û HUNERMENDÊN CIZÎRÊ 4’Ê NÎSANÊ PÎROZKIRIN

Yekîtiya Rewşenbîran û Yekîtiya Hunermendên kantona Cizîrê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo şahiyek li dar xistin.
Çalakî bi amadebûna helbestvan, endamên Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk, endamên saziyên Civaka sivîl, nivîskar, mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
li ser navê TEV-DEM Xerîb Hesso axivî û Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir.
piştre pirtûka jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin û helbest ji aliyê helbestvanên Kurd Beşîr Mela Newaf û Ebûd Mixso ve hatin xwendin .
çalakî Bi çandina daran û belakirina broşur û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li kesên amade bi dawî bû.