Kanala ROJAVA TV

LI HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ GEL BI COŞEKE MEZIN 4’Ê NÎSANÊ PÎROZ DIKIN

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel bi armanca pîrozkirina 4’ê nîsanê roja jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên girseyî li dar dixin.

Di vê çarçoveyê de Kongra Star a bajarê Qamişlo li taxa Enteriyê ji bo pîrozkirina 4’ê nîsanê şahiyek li dar xist.

Şahî bi coşeke mezin ji aliyê bi dehan şêniyên taxê û endamên Kongra Star ve bi rêve çû.

Di şahiyê de stran û govend hatin pêşkêşkirin.

Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî bi armanca pîrozkirina rojbûna Rêber APO û serkeftina Dem Parti di hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê şahiyek li taxa Kornêş a bajarê Qamişlo lidar xist.

Şahî li navenda PYD’ê bi tevlîbûna bi dehan şêniyan û bi heyecaneke mezin li dar ket.

Ji beşdarên şahiyê Sîham Silêman got, roja jidayîkbûna Rêber APO ji bo me roja vejînê ye.

Li aliyekî din Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê jî li Parka El-Bera’êm a navenda bajêr şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de govend hatin gerandin, her wiha silav û name ji bo Rêber APO hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokên şehîdan hat belavkirin.

Gelê Kurd di 4 Nîsanê de dê li her çar parçeyên Kurdistanê bi reng û dengê Rêber APO bixemilînin û teqez bikin ku Rojbûna Rêber Apo Rojbûna mirovahiyê ye.