Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ EFRÎNA DAGIRKIRÎ SÛCÊN DAGIRKERIYÊ DIDOMIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve sûcên dermirovî li dijî şêniyên resen û xwezaya Efrînê pêk tîne.

Dagirkerî ji bo guhartina demografiya bajêr û koçberkirina Efrîniyan rojane welatiyan direvîne, bacan li wan ferz dike û wan êşkence dike.

Derbarê de, Endama Koordînasyona Kongra Star a taxa Şêx Meqsûd a Helebê Nêrgiz Bekir da zanîn ku, dagirkerî li Efrînê jiyana şêniyên resen binpê dike.

Nêrgiz Bekir di beşeke din a nirxandinên xwe de got , bi têkoşîn û berxweana xelkên Efrînê dê efrîn ji çeteyan rizgar bike.

Tevî belgekirina beşek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ji aliyê gelek Rêxistin û Saziyan ve, lê Civaka navnetewî çavên xwe girtiye û li hember sûcên şer ên çeteyan bê helweste.