Kanala ROJAVA TV

NEXWEŞXANEYA ŞEWAT Û TELASÎMIYA ASTENGIYAN DI DABÎNKIRINA DERMANAN DE DIKŞÎNE

li herêma bakur û rojhilatê sûriyê dema behda sektora tenduristî dibe yekser heyva sor a kurd tê bîra mirov, ji ber ku li her qadê alîkariyên tenduristî pêşkêş dike.

Nexweşxaneya Şewat û Telasîmiya ya girêdayî Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo ji ber nebûna derman û amûrên pêwîst, astengiyan di lênêrîna tenduristî de dibîne.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Nexweşxaneyê diyar kir ku bi zêdebûna hejmara nexweşan re, nexweşxane rastî gelek zehmetiyan tê da ku pêdiviyên pêwîst ji nexweşan re peyda bikin.

Rêveberê Nexweşxaneyê dibêje ewê di demeke nêz de beşê telasîmya li nexweşxaneyê vekin û ji ber vê yekê pêwîstî bi destekdayinê heye.

Nexweşxaneya Onkolojî, Şewitandin û Telasîmiya ya Heyva Sor a Kurd beriya 3 mehan li bajarê Qamişlo hate vekirin bi 2 beşan hate vekirin û pêşwaziyeke zêde ya xelkê li nexweşxaneyê tê kirin.