Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ TOPABARANA DEWLETA TIRK LI SER ŞEHBA ŞERMEZAR DIKIN

Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dijîn, têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ji Rojava Tv re axivîn.

Koçberên Efrînî diyar kirin ku Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî Hovane Êrîşî Herêmê dike .

li beramberî êrîşên rojane, gel di berxwedan û têkoşîna xwe de bi îsrar e û dibêjin ew ê heta vegera li cih û warê xwe berxwedaniyê bikin.

Tevî ku ew ji cih û warên xwe hatine koçberkirin. lê dîsa ji top û tivingên Erdoxan û çetyên wî bê par neman .

ev 6 sal in Koçberên Efrînî di rewşên dijwar de jiyana xwe didomînin, bêy ku dewletên xwe bi navê aştiyê didin nasîn destwerdanê bikin .