Kanala ROJAVA TV

DI HEFTEYA QEHREMANIYÊ DE MÛM LI SER GORÊN ŞEHÎDAN HATIN VÊXISTIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba şehîdên ˊHefteya Lehengiyêˊ û Fermandar Egîd li Goristana Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba axavtin hate kirin û Tevahî şehîdên meha Adarê hatin Bi bîr anîn.
Di axavtinê de hate gotin Di meha qehrematiyê de her kes dizane ku lehengiya herî mezin di dîroka şoreşa azadiyê de hate kirin.
Dûre li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.