Kanala ROJAVA TV

HRRK’Ê LI SER PÊŞEROJA SÎSTEMA TENDIRUSTIYÊ SEMÎNEREK LI DAR XIST

RIDWAN MIHEMED - BIJÎŞK

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê semînerek bi navê ‘pêşeroja sîstema tendirustiyê’ li nvavenda xwe ya li Qamişlo li dar xist.
Semîner di çarçoveya rêze çalakiyên şevçirayên Rojava de ku di meha Remezanê de tê lidarxistin, hate dayin.
Di semînerê de bi dehan Rewşenbîr û Bijîşk, beşdar bûn û têde behsa sîstema tenduristiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kêşeyên li pêşberî vê sektorê hate kirin.
Çalakiyên ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve tên lidarxistin, wê di meha Remezanê de , her roj bi mijareke ,çandî, tenduristî, siyasî û hwd berdewam bikin.