Kanala ROJAVA TV

CEJNA NEWROZÊ LI DÊRAZORÊ HATE PÊROZKIRIN

Bi boneya cejna Newrozê şahiyek pîrozkirinê li kantona Dêrazorê hate lidarxistin.
Şahî bi beşdariya nûnerên rêveberiya xweser ji tevahî kantonên herêmê, komîte û nivîzgehên dêrazorê, fermandarên leşkerî , hêzên ewlekariyê, şêx û rûspiyên herêmê hate lidarxistin.
Di şahiyê de agirê newrozê hate vêxistin, axavtin hatin kirin û di axavtinan de newroz li tevahî azadîxwazan hate pîrozkirin.
Şahiya pîrozbahiyê bi çalakiyên hunerî, çandî û gerandina govendê bidawî bû.