5 SAL LI SER TUNEKIRINA DAIŞ DI MILÊ ERDNÎGARÎ DE DERBAS DIBE
23’yê Adara 2019’an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), tunekirina çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ku baregeha dawîn a di destê wan de bû, ragihand.
Bi wesîleya savlegera rizgarkirina Baxozê, fermandar û şervanên hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), axivin û gotin Me li Kobanê, Minbic, Hesekê, Şedadê, Dêrezor û Xerîta li dijî DAIŞ’ê şerekî dîrokî kir.
Berpirsê ofîsa perwerde û akademiyan di QSD`ê de Nadir Başo got bi destê QSD û şervanên me beriya vê bi 5 salan DAIŞ di milê erdnîgarî hat tunekir.
Her wiha fermandarê hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Şoreş Hesekê diyar kir ku hîna xeterîya şanayên DAIŞ’Ê li ser herêmê heye, lê emê her ji bo tunekirina DAIŞ têbikoşin
Tevî dijwariya şer di hemû hemleyan de û piştgiriya lojîstîkî ya mezin ji DAIŞ’ê re, li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê QSD’ê DAIŞ têk bir .