Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA CIZÎRÊ BERNAMEYA NEWROZA 2024’AN AŞKERA KIR

TELET YÛNIS - HEVSEROKÊ MECLISA RÊVEBER A KANTONA CIZÎRÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê navend û cihên pîrozkirina Newroza 2024’an aşkera kir.
Daxuyanî bi amadebûna Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Kongra Star, saziyên xizmetguzariyê, sivîl, TEV-DEM û Meclisa Malbatên Şehîdan li ber Çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya Qamişloyê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de 7 navend û cihên ku dê şahiyên Newrozê lê bên lidarxistin hatin aşkere kirin, ew jî:
Dêrikê – navenda Newrozê ya li ser rêya Mamûrê.
Tirbespiyê – Qada Newrozê ya li Dirêcîkê.
Girkê Legê û Çilaxa – qada Newrozê ya li gundê Helîq.
Qamişloyê – Qada Newrozê ya li Hîmo.
Amûdê – Qada Newrozê ya li Çaxir bazarê.
Dirêbsiyê – Qada Newrozê ya li Çolbistanê.
Hesekê – Qada Newrozê ya li Bendava Xerbî.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku bi girseyî tev Newroza îsal ya bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tê pîrozkirin bibin, agir hate vêxistin û newroz hate pîrozkirin.