Kanala ROJAVA TV

10’Ê ADARÊ ROJA CIL Û BERGÊN KURDÎ YE

Cilûbergên folklorî nasnameya neteweyan vedibêjin, Folklor û xemla me Kurdan jî pir dewlemend e, dema ku mirov dayîkeke bi kefî, kiras û xiftan dibîne, mirov yekser nas dike ku ew dayik Kurd e, belê îro roja cilûbergên Kurdi ye.

Ev roj li we pîroz be û her dem bi Kurd û kurdînî bijîn.

Îro 10’ê Adarê Roja Cil û bergên Kurdî ye.

Lê ne tenê di vê rojê de, di şîn, şahî, rojên taybet û bi wate de Kurd Cilên Kurdî li xwe dikin.

Ev çand jî bi keda dayîkan her zindî maye.

Dema were parastin, ne pêkane ji holê rabe.

Cil û bergên Kurdî flklora her zindî mayî.

Sîstemên desthilatdar bi qedexekirina çand û ziman re xwastine Kurdan qir bikin. Hebûna wan ji holê rakin û wan bê cih û war bihêlin.

Tevî vê rewşê, dayîkên kurdîhez ev çand parastin û her dem zindî hiştin.

Cil û bergên Kurdî yê flklor ji bo her tim di nava Kurdan de were lixwekirin, hinek dayîk di şîn, şahî û hin jî di jiyana rojane de li xwe dikin.

Li her herêmeke Kurdistanê lixwekirina van cilan diguhere û di bingeh de heman rihê Kurdbûnê tê nûjenkirin.

Flklora Kurdî jî bi gelek hurguliyên xwe dewlemend e.

Ji wan keras, xeftan, şeir, kofî, îçqor, bervanek, û melesê û hwd.

Jin û dayîkên Kurd bi van datayên rengîn û xweş xwe dixemilînin. Hemû roj, rojên Kurdî û çanda Kurdî ye, lê ji bo cil û bergên Kurdî rojek taybet hatiye veqetandin, ew jî 10’ê Adarê ye.

Di vê rojê de, gelek kes cil û bergên Kurdî li xwe dikin, dadikevin kolanan û hin jî bi bîranîn, name û şahiyan pîroz dikin.